Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muqtedar Sedir hefteyek mohlet da ku parlemena Îraqê hilweşîn in

12:24 - 11 Tebax 2022

Muqteda Sedir serkirdeyê girûpeke Şî`e meseb ên Îraqê, ji hikûmeta wî welatî re hefteyekê mohlet daye ku, divê parlemenê hiweşîn in, eger ev daxwaza wî cîbicî nebe dê encamên nexuya li pey xwe hebin.

Piştî derbasbûna 10 mehan li ser hibijartinên parlemena Îraqê de û bê çarenivîsiya parlemenê, wî rêberê Şî`e meseb jî, ji hikûmeta Îraqê re ragihandiye ku heta hefteyekê mohlet hene da ku parlemenê hilweşîş in, eger wisa nebe dê encamê ne xuya li pey xwe hebin.

Du Hefteyan berî niha li ser biryara Muqteda Sedir rêberê girûpeke mesebê Şî`eyan, hezaran alîgirên wî êrîşkirin li ser parlemena wî welatî û dest bi ser tev nuqteyên parlemenê de girtin û bi wî awayî hêza xwe nîşanî dijberên xwe da.

Niha nigeraniya vê yekê he ye ku bi çê bûna aloziyên di navbera aliyên Şî`e meseb yên Îraqê de ku dijberên Sedir in û ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin, bibin sebeba alozî û nakokiyên nû li Îraqê.

Herwisa derkevtina nûnerên Sedir û alîgirên wî li parlemena Îraqê de, nîşandana nerazîbûna wan li hember nebûna şiyana parlemenê bona rêkixistina dewletê bû.