Endamê Şêwreya Birêveberiya “HSD” “Sîhanok Dîbo” ji Civaka Navneteweyî daxwaz kiriye ku devera dijefirînê “No Fly Zoon” li Rojavayê Kurdistanê danên.
Endamê Şêwreya Birêveberiya “HSD” “Sîhanok Dîbo” li roja Yekşemî 31ê Tîrmehê di hevpeyvîn digel kanala Televîzyoniya “Ronahî”yê de tevî daxwazkirina bona danîna devera “dije Firîn”ê ji aliyê Civaka Navneteweyî li Rojavayê Kurdistanê, ev yek bi baştirîn rêkar bo çareserkirina kirîzê li Rojavayê Kurdistanê binav kir.
Herwisa navbirî ragihandiye: “Destêverdanên Tirkiyê rewşa Rojavayê Kurdistanê aloztir kiriye û danîna devera dije firîn dê aramî û ewlehiya Rojavayê Kurdistanê bihêztir bike”.
Berê Berdevkê Serkomariyê Tirkiyê “Îbrahîm Kalin” di hevpeyvîn digel televîzyona “TRT” a Tirkiyê de gotibû eger Tirkiye seh bi metirsiyê bike dê operasiyonên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê encam bide û bo encamdana operasiyonên leşkerî îznê ji ti kesê wernagirin û kesê jî agehdarê dema encamdana wan operasyonan nakin.
Du rojan berî niha 102 endamên Parleman û Senaya Feransê di daxuyaniyekê de daxwaz ji dewleta Feransê kiribûn: “Bona danîna devera dije firîn(No Fly Zoon) li esmanê Rojavayê Kurdistanê bi piştevaniya Navneteweyî ji Kurdên Sûriyê li Şêwreya Ewlehî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî, hewlê bidin”.