Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ew çendîn mehin ku pêwendiyên telefonî yên li 3 gundên girêdayî bajarê Selmasê rastî pirsgirêkan hatiye

12:41 - 11 Tebax 2022

Pêka nûçeya belvbûyî li kanalên telegramî yên xwecihî, nêzî 6 mehan berî niha kablên telefonî yên 3 gundên “Pitewêr, Gul`izan û Xanege”yê li ser bi devera “Sole” a girêdayî bajarê Selmasê hatine dizîn û pêwendiya telefonî li wan 3 gundan rastî pirsgirêkan hatiye û berpirsên rejîmê ti hewlek bo dabînkirina kablên hewce nedane.

Xelkê wan 3 gundan ji rewşê nerazî ne, lê heta niha berpirsan ew pirsgirêk piştguh avêtine û çareser nakin.

Berpirsên rejîmê li deverên Rojhilatê Kurdistanê, xwe ji çareserkirina pirsgirêkên xelkê diparêzin û pirsgirêkên wan piştguh davêjin.

Herwisa di vê derheqê de, zêdetir ji mehekê ye ku ava gundê “Moxil” yê li devera “Kinarberoj” qut bûye û ti berpirsek pêwendîdar bersiva xelkê nade.

Deverên Rojhilatê Kurdistanê kêmtirîn pêragihîştin hene û di dabeşkirina bûdceyê de jî kêmtirîn bûdce hene û heta gelek caran jî bûdceya diyarîkirî jî bo wan nayê xerckirin.