Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ted Deutch: “Îran mezintirîn piştevanê terorîzm li cîhanê de ye”

13:28 - 11 Tebax 2022

Roja Duşemî 17ê Gelawêjê, nûnerê demokratan li Kongireya Amerîkayê “Ted Deutch” bi belavkirina “Twitt”ekê, rejîma Îranê weke mezintirîn piştevanê terorîzm li cîhanê de da ye zanîn û gotiye: “Hewce ye, Amerîka di civaka navneteweyî de bi şêwazek bihêztir û berfirehtir çavdêriyê lii ser bernameya navkî û reftarên şerxwazane yên Îranê de bike”.

Herwisa “Ted Deutch” tekez kiriye: “Rejîma Îranê teror û tundûtîjî li cîhanê de didomîne û bi awayek eşkere mafê mirov û yasayên navnetewî binpê dike”.

Herwisa navbirî tevî îşare bi pêwendiyên di navbera Îran û Rûsiyê de gotiye, herdu aliyan bona pêşxistina armancên xwe yên gemar û lawazkirina berjewendiyên Amerîkayê, digel yektir hevkariyên nêzîk hene.