Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mizgîn Aydîn piştî derbasbûna 30 salan li girtîgehê hat azadkirin

18:21 - 11 Tebax 2022

Mizgîn Aydîn nivîskara Kurd ya xelkê bajarê Diyarbekir ya li bakurê Kurdistanê, piştî 30 salan li giritîgeha Qebize ya Tirkiyê hat azadkririn.

Roja Pênçşemî 10`ê Tebaxê Mizgîn Aydîn nivîskar û girtiya siyasî ya Kurd ya li bakurê Kurdistanê li girtîgeha Qebize ya li bajarê Diyarbekir ya li Bakûrê Kurdistanê hat azadkirin û ji aliyê malbata xwe û herwisa endamên Encûmena Yekigirtî û Hevkarî ya di navbera malbatên girtiyên “Matuhay-Der” û endamên Civata Dayîkên Aştiyê û herwisa malbatên girtiyên siyasî pêşwazî jê hat kirin.

Mizgîn Aydîn, di nav xelkên ku bona pêşwazîkirin ji azadiya wê kom bibûn wiha axavt: Berî ku ez bêm wira, min sirûda neteweyî ya Ey Reqîb xwend û ez vê azadiya piştî 30 salan an jî azadiya piştî 100 salan pêşkêşî şehîdên hatinî bidarverkirin yên weke Pêşewa Qazî Mihememd, Ferzad Kemanger û Şîrîn Elemhûlî û Simkoyê Şikak û tev şehîdên seydarê dikim, û herwisa100 salan berî niha sala1922`an salwegera serhildana Simko ye, silavan ji wî dikim, û herwisa dibêjê heta ku azadî wiha be  ev ne azadiye û spasiya we hemûyan dikim bona hatina we bo wira.

Mizgîn Aydîn li temenê 19 saliyê de bi tohmeta alîkirin digel Partiya Kedkarên Kurdistanê(PKK)ê hatibû biçavkirin û piştî derbaskirina 33 salan li girtîgehên weke, girtîgeha Batman, Mardîn, Elbistan(Mereş) Bîngol û di dawiyê de jî li girtîgeha Qebize ya Diyarbekir, hat azadkirin û çû cem malbata xwe li wî bajarî.

Mizgîn Aydîn nivîskara Kurd li girtîgehê de tûşî çendîn nesaxiyan bibû û niha jî tûşî nesaxiya şêrpençe ya memkan e û di bin çavdêriya pîşizikî de ye.