Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Arjantînê 4 endamên Spaha Pasdaran binçav kirin

12:08 - 12 Tebax 2022

Hêza polîsê Arjantînê 4 hevwelatiyên Îranê bi gumana endambûn li saziya terorîstî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îranê de binçav kirin.

Rayedarên dewleta Arjantînê, 4 hevwelatiyên Îranê ku, tev ji wan xwediyê pasaportên sexte yên welatê Fransayê bûne, bi gumana endambûn li saziya terorîstî ya Spaha Pasdarana rejîma Îranê de binçav kirin.

Pêka rapora rojnameya “Thomas Edison” ya Buenos Aires, ev gritiyên xelkê Îranê xwe hevwelatiyên resen yên Îraqê dabûne naskirin lê, li balafirixaneya navneteweyî ya “Buenos Aires” ê pasaportên wan yên sexte eşkere bû û polîsên wî welatî jî demldest ew binçan kirin.

Herwisa rojnameya “Thomas Edison” ya “Buenos Aires”, mebesta rêwîtiya wan 4 endamên Spaha Pasdaran bo Holandayê ragihandiye û ev yek jî eşkere kiriye ku, birêveberên wan hewl dabûn ku wan bo cihên din veguhasin da ku wiha bikarin pêşî ji binçavkirina wan bigirin, lê serkevtî nebûn.

Rojnameya “Thomas Edison” zêde jî kiriye ku, ev balafira ku ev 4 hevwelatiyên Îranê bi rêya vê hundrî wî welatî bûne, destûra destbiserde girtinsa vê, du mehan berî niha ji aliyê dadwer “Vilna” li balafirxaneya navneteweyî ya “Ezeiza” hatibû ragihandin û Civata Cihûyên Arjantînê jî, ji ber metirsiya kiriyarên terorîstî yên wan endamên Spaha Pasdaran û vê balafirê, li dadgehên Arjantînê de li dijî wan sikala tomar kirine.