Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Ewlehî yên Îranê bona tevlîhevkirina xwenîşandanên nerazîbûnan bixwe wêneyên Xumêynî didrînin

12:31 - 12 Tebax 2022

Serkomarê berê yê rejîma Îranê “Mehmûd Ehmedînijad” di îtirafkirinekê de behs ji kiryarên hêzên ewlehî dike ku di rêûresman an xwenîşandanên nerizayetiyan de bi tevlîhevkirin rewşê, bixwe hincetê bo serkutkirina xelkê çê dikin.

 Mehmûd Ehmedînijad, îtiraf kiriye ku, hezên ewlehî yên rejîma Îranê bo çêkirina hincetê bona serkutkirina xelkê, di nav xelkê de û dema birêveçûna rêûresmên Aşûrayayê de dîlan kirine, di xwenîşandanan de wêneyên Xumêynî dirandine, agir berdane bi mizgevtan, deriyên bankan şikandine û agirberdane bi wan, derbe li darayîyên giştî û kesîn dane da ku bi wî awayî hincet hebin bona serkutkirina xelkê nerazî.

Îtirafkirina wî terorîstê rejîmê di halekê de ye ku, di dema serkomariya wî terorîstê çewtekar yê rejîmê de çendîn salan ew kiryar hebûn, lê niha ku ev kevtiye peravêzê de,  îtiraf bi wan cinayetên rejîmê dike.

Di xwenîşandanên nerizayetiyên xelkê de, endamên Spaha Pasdaran û hêzên ewlehî bi teqekirin li nav xelkê de û birîndarkirina xwenîşanderan rê bo serkutkirina dirindaneya xelkê xweş dikirin.