Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn tîmên qaçaxkirina çebilxaneya Îranê bo Yemenê hatine binçavkirin

13:04 - 12 Tebax 2022

Hevpeymaniya Erebî bi serokatiya Erebistanê ragihandiye ku, 7 tîmên veguhastina cebilxaneya rejîma Îranê bo Yemenê, binçav kirine.

Berdevkê Hêzên Hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Erebistanê general “Sadiq Dêyvîd” di “Twitte”kê de belav kiriye: “Roja Pêncşemî 11ê Tebaxê, 7 tîmên girêdayî Hûsiyan di beravên rojavaya Yemenê de binçav kirine ku, bi awayek qaçax cebilxaneya Îranê bo Yemenê vediguhastin”.

Herwisa general “Sadiq Dêyvîd” ragihandiye ku, wan tîman bo rejîmê sîxurî kirine û kiryarên terorîstî bo berjewendiya rejîma Îranê encam dane.

Herwisa navbirî ragihandiye: “Stada Ragihandina Leşkerî dê di çend rojên bê de li derheq wan 7 tîman ku 35 kesên wê girêdayî Hûsiyên Yemenê ne, zaniyariyên zêde belav bike”.

Rejîma Îranê bi armanca afirandina fitneyan û zêdetirkirina aloziyan di navbera Yemen û Erebistanê de piştevaniya malî û leşkerî bi Hûsiyan re dide û tim di hewlê de ye ku nehêlê ti aşitiyek di navbera wan du welatan de hebe.

Piştevaniya rejîma Îranê tevî ku xisarên giran bi aboriya Yemenê xistiye, bûye sedema afirandina trajîdiyên mirovî û birçîtî û nexweşî di Yemenê de û di rastiyê de alîkariyên rejîma Îranê yên bo Hûsiyan di Yemenê de trajîdî afirandine.