Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa terorkirina Selman Ruştî bertekên cîhanê li pey xwe anî

12:31 - 13 Tebax 2022

Êrîşa terorkirina Selman Ruştî nivîskarê pirtûka ayetên Şeytan yê Birîtaniyayî, ji aliyê siyasetvan û desthilatdarên cîhanî ve, rastî bertekên cuda hat.

Roja Înê 12`ê Tebaxê Selman Ruştî nivîskarê pirtûka ayetên şeytanî ku rastî êrîşa terorê hatibû, berpirisên cîhanê yên weke “António Guterres”, Serokê Giştî yê Saziya Navneteweyî, “Jake Sullivan” Şivêrmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkay, “Chuck Schumer” Senator bajarê New Yorkê yê li Senaya Amerîkayê de, “Kathy Hochul” Fermandarê bajarê New Yorkê û herwia “Boris Johnson” serokwezîrê Birîtanayê ev êrîş, hovane dan zanîn û şermezar kirin.

 Selman Roştî roja Înê 12`ê Tebaxê dema ku dixwasitn li bajarê New Yorka Amerîkayê de biaxive, rastî êrîşa terorê hat û êrîşkar bi çendîn derbeyên kêrêkê ev birîndar kir.

Her di vê peywendiyê de “Rishi Sunak” yek ji berbijêrên serokatiya Partiya Koneparêz û serokwezîrê Birîtaniyayê, di twîttekê de, Selam Ruştî weke “qehremanê azadiya gotinê û azadiya hunerî nîşan daye.

Pêka lêkolînên destpêkî yên polîsê New Yorkê, êrîşker Hadî Miter temen 24 salî û alîgirê Hizbulaha Lubnanê ye û hest û meylên rewşenbîrî yên wî zêdetir nêzî Spaha Pasdaran a terorîst in.

Li Rêbenda Sala 1367`an Xomeyîn rêberê berê yê rejîma byom yê Îranê, fitwaya kuştina wî nivîkarê Birîtaniyayî dabû û herwisa rejîma bi nav Îslamî ya Îranê ji her kesekî re ku bikare Ruştî qetil bike xelata bi qasî 3 milyon Dolarî dest nîşan kiribû.