Li bajarê Bokanê bi sedema nebûna avê berhemên werzêrî ji nav diçin û 12 gundên parêzgeha Luristanê jî ava vexwarinê bi rêya tankerên gerok dabîn dikin .
Pêka nûçeyên belavbûyî, berhemên werzêrî li gundê “Seraw” a girêdayî bajarê Bokanê, bi sedema nebûna avê beşek ji nav çûne û di çend rojên bê de yên mayî jî dê ji nav herin û berpirsên pêwendîdar bi qutkirina berqa alavên pompaja ava wî gundî ku 180 malbat rûniştîne, bûne sedem ku berhemên werzêrî yên wan ji nav herin.
Herwisa 12 gundên girêdayî bajarê “Burûcêrd”ê yên li parêzgeha Luristanê jî ava vexwarinê tinînin û bi rêya tankeran av bo wan tê şandin û di rewşeke gelek xirab a bêaviyê de dijîn.
Herwisa li parêzgeha Kirmaşanê jî, berpirsên rejîmê îdia dikin ku heta dawiya salê dê bo 300 gundên parêzgeha Kirmaşanê ava hertimî bê dabînkirin, lê piştî derbasbûna çendîn mehan, tenê av bo gundê “Towe Letîf” li devera Mayeştê dabîn kirine, lê mixabin 300 gundên may piştguh xistine.
Kirîza bêaviyê di Rojhilatê Kurdistanê de roj bi roj dijwartir dibe û xisarên malî yên gelek zêde bi werzêran kevtine.