Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xercê Cîhada Îslamiya Felestînê ji aliyê rejîma Îranê ve tê dabînkirin

13:05 - 13 Tebax 2022

Rejîma Îranê bi hemû şêwazekê alîkariyan bo girûpên girêdayî xwe li Felestîn û Lubnanê dişîne û ew alîkarî bi berdewamî tên kirin û bûdceya xelkê Îranê bo pêşxistina şerxwaziyên rejîmê tên xerckirin.

Nûnerê Cîhada Îslamiya Felestînê “Nasir Ebûşerîf” di nimêja roja Înê ya li bajarê Tehranê, tevî spasîkirina  teybet ji “Elî Xamineyî” bona alîkarî û piştevaniyên wî gotiye: “Serkevtina me bê piştevaniya Îranê nedibû û Îran take welat e ku piştevaniyê li “Mowimet”a Îslamiya Felestîn û Lubnanê kiriye û dike”.

Her di vê derheqê de, Cihgirê Fermandarê Spaha Pasdaran a terorîst, Pasdar Fedeyî gotiye: “Hemû şiyan û darayîya Spaha Pasdaran li xizmetya hêzên hogirê înqilaba Îslamî de ye û ew alîkarîdan hertimî ye û ti car qut nabin”.

Rejîma Îranê bê berçavgirtina hewcehiyên xelkê Îranê, bûdceya wî xelkê hejar di cihên din de xerc dike û berpirsên rejîmê, xerckirina perê nanê xelkê Îranê bo girûpên girêdayî xwe li cîhanê bi şanazî dizanin û xelkê xwe talan dikin û bo wan dişînin, lewma xelkê Îranê di asta herî dijwar a kirîzan de û di hejariyê de dijîn.