Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husên Musevî Tebrîzî: “Di Îdamkirinên sala 1367an de min ti rol tinebûye lê Rêşehrî rola bingehîn hebûye”

18:54 - 1 Tebax 2022

Serdozgerê giştî yê berê yê dadgeha Şoreşa Îranê “Husên Mûsevî Tebrîzî” îtiraf kiriye ku “Mihemed Mihemedî Rêyşehrî” roleke bingehîn di îdamkirinên sal1367`an de hebûye”.

Serdozgerê giştî yê berê yê dadgeha Şoreşa Îranê “Husên Mûsevî Tebrîzî” di hevpeyvîn digel malpera “Insaf News” a girêdayî rejîmê Îtiraf kiriye: “Îdamkirinên sala 1367an a Rojî li ser daxwazkariya Wezîrê wî demî yê Wezareta Îtila`ata Îranê “Mihemed Mihemedî Rêyşerî” û bi îzin û wajoya Rohillah Xumêynî hatine encamdan.

Herwisa navbirî îtiraf kiriye ku, “Îbrahîm Reîsî û Xulamhusên Muhsinî Êjêyî” jî, di wî demî de dadwerê dadgehê bûne û ji naveroka nameya Rêyşehrî bo Xumêynî û hemû hûrgiliyên rewşa wan îdamkirinan agehdar in.

Wî serdozgerê berê yê dadgeha Şoreşa Îranê, îdi`a kiriye ku, di dema wan îdamkirinan de ev bi nav nûnerê meclisê bûye û ti rolek di wan îdamkirinan de tune bûye û li rêya “Ehmed Xumêynî” ve agehdarê wê rewşê bûye.

Herwisa “Musevî Tebrîzî” îtiraf kiriye ku, bi destûra “Xumêynî” heyetek şêwirmend bi beşdariya“Îbrahîm Reîsî, Mistefa Pûrmihemedî, Husênelî Neyyêrî û Murteza Eşraqî” wekî endamê heyeta şêwirkar ya “Rêyşehrî” di wan îdamkirinan de bûne.

Ew heyeta ku navbirî bas kiriye ji aliyê xelkê Îranê ve bi “heyeta Merg” hatiye naskirin.