Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze xwendingeha Şînavê bike binkeya caş û kirêgirtiyan

18:08 - 13 Tebax 2022

Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, hejmarek ji caş û kirêgirtiyên rejîmê bi berpirsyaretiya “Ş. P.” yê, dixwazin xwendingeha bajaroka “Şînavê” ya girêdayî bajarê “Pîranşar”ê, bikin binkeya kirêgirtî, caş û kesên girêdayî rejîmê.

Xwendingeha Şînavê di roja Çarşemî, 15`ê Sermawez a sala 1391`an a Rojî de, agir pêketibû ku şewitîn û canjidestdana çendîn keçikan li pey xwe anî bû.

Zaniyariyên di vê derheqê de didin xuya kirin ku, bilî vê hewla gemar wî kirêgirtiyê rejîmê “Ş. P.” dest li ser beşek ji erdê goristana “Şînavê” jî daniye ku, di wî erdî de tirba çendîn şehîdên Partiya Demokrat hene.

Dema ku xelkê bajaroka “Şînavê” agehdarê vê hewla caşê rejîmê bûne, li ser bi deng hatine, lê wî caşî bi rêya Îtila`at û Spaha Pasdaran a terorîst ve gef ji xelkê xwariye û di encamê de çendîn kesên dilsoz bo îdareya Îtila`atê gazîkirine ku vê yekê nerizayetiya xelkê li pey xwe aniye.