Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, navendên ewlehî yên rejîmê li bajarê Şinoyê givaş xistine li ser birêveberên kanalên Telegramî.
Bi pêka zaniyariyan, navendên ewlehî ji birêveberên kanalên Tekegramî re daxwaz kirine ku divê zêdetir nûçe û zaniyariyên pêwendîdar bi rejîmê ve belav bikin û nabe desthilatê rexne bikin û rohnkirinan bi xelkê re bidin.
Di çend rojên derbasbûyê de, çend kes ji birêveberên wan kanalên Telegramî bo dadgehê hatine gazîkirin û bo heyama 6 mehan cezayê ragirtî li ser wan de sepandine.
Herwisa ji wan re hatiye gotin ku, di wê heyamê de eger her cure nûçe an zaniyariyek ku rizamendiya berpirsên rejîmê li ser nebe, dê rastî cezayên binçavkirinê bibin.
Ew yekem car nîne ku, di bajarê Şinoyê de birêveberên kanalên Telegramî bo navendên ewlehî hatine gazîkirin û gef ji wan hatine xwarin.