Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tora civakî ya “twitter”ê rûpela fermî ya Spaha Pasdarana terorîst ragirt

18:44 - 13 Tebax 2022

Piştî êrîşa terorîstî ya li dijî “Selman Ruşdî”, tora civakî ya “twitter”ê rûpela fermî ya Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî ragirt.

Roja Înê, dema ku “Selman Ruşdî” dixwast li enstîtuya “Çatakura” ya rojavayê bajarê New Yorkê de biaxive, xortekî êrîşkir li ser wî û stûyê navbirî da ber derbeyên kêrêkan .

Rejîma Îranê bo her kesekê ku bikare “Selman Ruşdî” bikuje zêdetir ji 3 milyon Dolar xelat diyarî kiriye.

Li meha Xermanan a sala 1391`an “navenda 15`ê Xordad” ku navendeke Olî û nivî fermî li Îranê ye, xelata kuştina “Selman Ruşdî” 500 hezar Dolar zêde kiribû.

“Selman Ruşdî” wê demê tevî redkirina vê gefê, got ku "ti belgeyek" li ber dest nine ku, xelk hez bike bona bidest ve anîna wê xelatê.

Ruhillah Xumeynî di sala 1367`an a Rojî de û piştî belavbûna pirtûka “Ayatên Şeytanî” ji aliyê “Selman Ruşdî” ve, navbirî wek murted da bû nasîn û ragihandibû: "Her misilmanek ku li her cihekê “Selman Ruştî” dît, bila wî îdam bike, daku ti kesek din nevêre bêrêziyê bi pîroziyên misilmanan bike”.