Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Avahiyên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ne neewleh in

12:23 - 14 Tebax 2022

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, navendên avahîsaziyê bi bê berçavgiritina yasayên ewlehiyê avahiyan çê dikin.

Pêka dîmenên ku li torên civakî de hatine weşandin, li gundê Mehend a girêdayî bajarê Laşar ya ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, avahiyên ku ji aliyê Saziya Avakirina Avahiyên Îran(Bunyada Mesken a Îran)ê, hatine avakirin, bi sedema berçavnegirtina standardên avakkirinê, ti ewlehiyeke wan tune ye.

Bajarê Konarek ya ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî, bi sedema bê aviyê welatî zehmetiyan dibînin û heriwsa pêka gotina welatiyên wî bajarî, berpirsên peywendîdar tenê avê bo saziyên hikûmetî û navçeyên ku beprisên hikûmetî rûniştîne vediguhasin.

Herwisa welatiyên wî bajarî hin deman neçar dibin ku, bi kalonan li pey avê bigerin, heta hin caran ava paqij jî dest wan nakev e.

Siyasetên faşîstî û cudahîdanîn yên rejîma bi nav Îslamiya Îranê, ewlehî, jiyan û tendrustiya welatiyan xistiye metirsyê de û tev serwet û samana welat bona kiryarên terorîstî û piştevanîkirin li girûpên terorîst yên girêdayî xwe li welatên herêmê de mezaxte dike.