Di bajarê Selmasê de Nirxa ceribandinên pîzişkî bi qasek bilind bûne ku xelk nikare êdî perê hewce bo wan cerbandinan peyda bike û rastî pirsgirêkên gelek micid dibin.
Di bajarê “Selmas”ê girêdayî parêzgeha Urmiyê, tevî ku xelk neçar mane çendîn demjimêran li rêza ceribandinên pîzişkî de bisekinin, divê pereyek zêde bo wan ceribandinan bidin, lê nirxa wan ceribandinan bi qasekî zêde bûye ku malbat neçarin her mehê çendîn milyonan bona wan cerbandinan dabîn bikin û di rewşa niha de ew qas pere dest nakeve û xelk rastî pirsgirêkên gelek micid hatine.
Bi sedema hejarî û nebûna derfeta kar û enflasiyonê xelk nikare hewcehiyên jiyana xwe dabîn bike û di rewşeke wiha dijwar de çendîn milyon pere bo ceribandinan ku hewcehiyeke hestiyar a pizîşkî ye dest wan nakeve û gelek ji wan neçar mane dest ji ceribandinan berdin û ew yek dibe gef li ser tendrustî û canê wan.
Dabînkirina Civakî ya li bajarê Selmasê jî piştgiriya wan ceribandinên pîzişkî yên xelkê nake û xelk naçarin tevî êş û jana nexweşiyan di hizra peydakirina pere bo ceribandinên pîzişkî de bin.