Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekemîn salwegera koça dawî ya Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoev hat vebîranîn

17:58 - 14 Tebax 2022

Li rêkevta 12`ê Tebaxa 2022`an li bajarê “Münster” a Almaniyayê, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, merasima vebîranîna koça dawiyê ya zimanzanê Kurd Prof.Dr. Kinyazê Îbrahîm lidar xist, ev merasim piştî xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” bona rêzgirtin ji riha pak ya zimanzanê Kurd Kinyazê Îbrahîm û tev şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Di vê merasima vebîranîna yekemîn salwegera koça dawiya zimanzanê Kurd yê Qezaqistanê Kinyazê Îbrahîm ku Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê lidar xisitbû, çendîn aliyên siyasî, kesayetî û sazî li her çar parçeyên Kurdistanê jî beşdarbûn.

Herwisa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî, her bi vê boneyê peyamek şandibû û deqa peyamê wiha ye:

Li ser navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi sedema yekemîn salwegera koça dawiya Prof. Dr.Kinyazê Îbrahîm kesayetiyê rewşenbîr û akadimîsyenê xwedî ked, di warê ziman, çand û dîroka Kurdên Sovyeta berê de, em wî mêrxasî gelê xwe bi rêzdarî û bi emegnasî ve bibîr tînin û malbat û rêhevalên wî re silametî û serkevtên dixwazin.

Di salwegra vebîranîna han de, em hemû rewşenbîr û xebatkarên Kurd di Sovyeta berê de ku, bi xebatên xwe ji bo parastina ziman, çand, dîroka gelê Kurd, xebatek bêhempa û birûmet pêşkêşî neteweya me kirine bi bîr tînin.

Her di vê peywendiyê de jî, li rêkevta 8`ê Tebaxa 2022`an li gundê Muhemedcana Tûymêbayêvayê li navçeya Îlyîskê, ya herêma Almatîyê ya Qezaqistanê bi boneya yekemîn salwegera koça dawiya rehmetî li qoristan wî gundi, perde li ser peykera zimanzan û zanayê Kurd Kinyazê Îbrahîm hat vêde dan.

“Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoev”, Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê û serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê û dostê nêzîk yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li roja Yekşemî 8`ê Tebaxa 2021`an, li bajarê Almatyî ser bi welatê Qazaxistanê li temenê 74 saliyê de koça dawî kir.