Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dana yaraneyê bi rêya kopînan sextekarî têde he ye

18:20 - 14 Tebax 2022

Bi pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê bernameyek li ser navê “Yar” diyarî kiriye ku, xelk bi vê rêyê bikarin yaraneyên xwe xerc bikin ku ew jî sextekarî tê de heye.

Welatiyan weke mînak behs kirine ku eger 10 kîlo qend bi 40 hezar Tumenî bikirî, bi tenê 20 hezar Tumenî weke yarane tê hesêbkirin û 20 hezar Tumenê din divê ji berîka xwe bidî.

Pêka zaniyariyan, berpirsên pêwendîdar rêzbendek bo firoşyaran diyarî kirine ku, hevwelatî bilî wan tiştên diyarîkirî nikarin tiştên din bikirin û tenê di mehê de bo carekê dikarin bi rêya wê bernameyê hewcehiyên xwe bikirin.

Rejîma Îranê, rastî kêmanîna bûdceyê hatiye û nikare bi awayê nexdî, ji hevwelatiyan re yaraneyê bide lewma, bi rêya kopînên elekrtonîkî dixwaze wê pirsgirêkê çareser bike.