Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya El-Riyaz ya Erebistanê peywendiya Îranê bi kategoriya terorê pênase kir

11:52 - 15 Tebax 2022

Rojnameya El-Riyaz ya Erebistanê bi resimandina karîkatora Xomeynî rêberê berê yê rejîma Îranê li ser rûpela xwe, “peywendiya kûr ya Îranê bi kategoriya terorê” pens kiriye.

Wê rojnameya Erebistanê pêka kiryarên terorîstî yên rejîma Îranê yên, weke gefên terorkirina bepirsên payebilind yên Amerîkayê yên weke “Mike Pompeo, Donald Trump, John Boltoon, û herwisa êrîşên terorîstî yên li navxwe û derveyî Îranê, ku li rêya destpêwendiyên taya derve ya Spaha terorîstî ya Qudis hatine encam dan, ev rejîm bi resimandina karîkatora Xumeynî, û hebûna peywendiya Îranê û kategoriya terorê”pênase kiriye.

Rojnameya El- Riyaz ya Erebistanê, piştî êrîşa terorîstî ya Hadî Meter ya li dijî “Selman Ruşdî” nivîskarê pirtûka bi navê “Ayetên Şeytanî” ku li sala 1367`an Xomeynî fîtwaya qetlikirina wî ragihanbû, wiha pensa wê rejîmê kiriye.

Pêka rapora kanala mehvaryî ya “CBS News” ya Amerîkayî êrîşên mûşekî yên sala 2019`an yên li ser navenda neftê ya Aramko ya Erebistanê bi fermana Xamenyî rêberê rejîma Îranê hatiye encam dan, û her ji ber wan kiryarên terorîstî yên rayedarên rejîma Îranê jî, rojnameya El- Riyazê, pêwendiya kûra Îranê bi kategoriya terorê pênase kiriye.