Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji sedî 60 xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de ne

12:28 - 15 Tebax 2022

Rojnameya “Cehan ê Sen`et” belav kiriye ku, di sala 1357an a Rojî de, li Îranê tenê ji sedî 20 xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de bûn, lê niha ji sedî 60 xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de ne.

Rojnameya “Cehan ê Sen`et” di roja Yekşemî 23ê Gelawêjê de, raporek li ser navê “Nîv sedsal şaştî” belav kiriye ku hejarî ji sala 1357an a rojî ve heta niha di Îranê de, 3 hember bûye û di sala 1357an de ji sedî 20 bûye û piştî şerê Îran û Îraqê gihîştibû ji sedî 40 û li sala 1400an a rojî bibû ji sedî 52 û niha jî ji sedî 60 e.

Herwisa pêka vê raporê, piraniya wan kesên ku di bin hêla hejariyê de ne, di bin hêla rojreşî an felaketê de ne.

Belavkirina wan amaran di halekê de ye ku, di destpêka sala 1400an de endamê Kora Gîştiya Diyarîkirina Berjewendiyên rejîmê, “Ehmed Tevekkulî” gotibû kû ji sedî 60 xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de ne.

Amara serast a hêla hejarî û hêla rojreşî ya xelkê di Îranê de gelek zêdetir ji amarên belavbûyî ne.