
Roja Duşemî 1`ê Tebaxê di rêya di navbera gundên Koran bo Çomelê, ya di navbera Mehabad û Serdeştê, bi sedema xerabbûna rê maşînek qulibî û di encamê de 6 riwîngan canê xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.
Pêka rapora Nûçegihaniya Mehabad 3ê, roja Yekşemî 31`ê Tîrmehê li gundê Xereco ya girêdayî bajarê Mehabadê dîsan her bi sedema xerab bûna rê, tirextorek qulibî û bû bi sedema can ji dest dana jinek temen 35 salî.
Her di vê peywendiyê de li rêya di navbera bajarê Urmiye û Mehabadê de, bi sedema lihev xistina maşîna hawarhatinê digel maşînek din du rêwîng bûn bi qorbanî.
Bepirsê Polîsê rêyên parêzgeha Sine Serheng Îsa Goherî li rêkefta 16`ê Hezîrana îsal di civîna Komîsyona Ewlehiya rêyên wê parêzgehê de gotibû, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê de di heyama îsal de rêjeya qezayên tirafîkê pir zêde bûne.
Pêk gotinên wî berpirsê rêyan yê rejîmê, eger ti çareseriyek bûna pêşîgirtin ji qezayên tirafîkê yên li rêyên bakûrê rojavayê Îranê de neyên encam dan kêmkirina wan bûyerên di wê parêzgehê de ne mumkine.
Herwisa rêveberê Giştî yê veguhastinên rêyên parêzgeha Sine, Mihemed Raşid Muders Guricî jî, her di vê civîna Komîsyona Ewlehiya rêyên parêzgeha Sine yê de ragihandibû, di heyama 10 salên derbasbûyî 3 hezar welatiyan di qezayên tirafîkê yên li rêyên parêzgeha Sine de canê ji dest dane û nêzî 17 hezar welatî jî birîndar bûne.
Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema siyasetên cudahîdanîn û xemsariyên bepirsên rejîmê li derheq xizimetguzariyên bajarvanî û navendên din, roj nine ku bi sedema ne standardbûna rêyan welatî di qezayên tirafîkê de canê xwe ji dest nedin.