Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binkeyeke rejîma Îranê li Sûriyê ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin

13:53 - 15 Tebax 2022

Binkeyeke rejîma Îranê ya li nêzî binkeya serekî ya hêzên Rûsiyê li Sûriyê bo bi armanca êrîşên Îsraîlê û çendîn kuştî û birîndar li pey xwe anî.

 Pêka rapora Nûçegihaniya “Reuters”ê ku roja Yekşemî 14ê Tebaxê belav kiriye, binkeyeke leşkerî ya hêzên girêdayî rejîma Îranê li nêzî binkeya serekî ya hêzên deryayî yên Rûsiyê li Sûriyê li başûrê bajarê “Tertûs”ê ya nêzî bajarê Demşiqê bombaran kiriye û di encamê de 3 kuştî û 3 birîndar lê ketin.

Herwisa berpirsekî leşkerî gotiye ku binkeya Komara Îslamiya Îranê li nêzî gundê Ebûefsa û binkeyeke berevaniya esmanî û pêwendiyên radiyoyî uên reîjma Îranê bûye armanca wê êrîşa Îsraîlê.

Herwis Nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye ku ev êrîşên Îsraîlê bona jinavbirina cebilxaneya ku ji aliyê  Îranê ve bo Sûriyê hatiye şandin encamdane û vê carê li kêlega gemiyên şer ên Rûsiyê ev kirine armanc.