Bi hilkevta 77emîn salvegera avakirina PDKÎ li 25ê Gelawêjê û herwisa yekgirtina Demokrat, endamên têkoşer ên PDKÎ li bajar û deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, bi lidarxistina çalakiyên piropagendeyî, dijmin re selimandin ku, PDKÎ bi germ û guriyek zêdetir ji caran, bo bi dest xistina mafê Kurd tekoşînê dike.
Her bi vê hilkevtê, têkoşerên Demokrat li bajarê Urmiyê, bi belavkirina trakt û posterên PDKÎ, 25ê Gelawêjê pîroz kirin û yekgirtina Partiya Demokrat bi remiza serkevtinê binav kirin.
Li “bajaroka Terziliya, bajaroka Danişgah, rêya Mîrava-Qişlax, kolanên bajarok Sipah, Pira Qoyûn û rêya Bend”ê li bajarê Urmiyê, çalakiyên piropagendiyî bi rê ve çûn.
Endamên bivêr ên PDKÎ li bajarê Sineyê, li “şeqama 17ê Şehrîver, meydana Mamoste Bêsaranî(25) û derdora wê, rêyên Kelatê û gundê Ewêheng û piraniya baxçeyên gundê Hûye”yê de bi belavkirina traktên PDKÎ bi awayeke berfireh çalakiyên piropagendeyî lidar xistin û hogirî û emegnasiya xwe bo PDKÎyê nîşan dan û ragihandin ku yekgirtina me, şikestek mezine bo rejîma Îranê ye.
Herwisa jinên Tengîserî ku rûniştiyên Merîwanê ne, bi axabanî û danîna arma PDKÎ û wêneyên rêberên şehîd” Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” û herwisa bi danîna şêrîniyan, 25ê Gelawêj û yekgirtina Partiya Demokrat pîroz kirin.
Li bajarê Baneyê, evîndarên doza azadiyê bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê li ser deriyê bajarvaniya wî bajarî, yada 25ê Gelawêjê bilind ragirtin û bi bîra dagîrkerên Kurdistanê anîn ku, gelê Kurd heta gihîştin bi armancên xwe, dest ji xebatê ber nade.
Li bajarê Şinoyê xortên netirs yên Demokratê li kolanên weke, Rehîmava, Selîmava, Rehîmzade û Seyîdava”yê bi belavkirina traktên taybet yên 25`ê Gelawêjê, salvegera avakirina Partiya Demokrat pîroz kirin.
Herwisa li bajarê Pîranşarê jî, têkoşerên Demokratê, li seyrangeha Hevşînan û qontara Seyîdavayê, bi lidarxistin çalakiyên piropagendeyî, 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat û yekgirtina vê pîroz kirin.
Li bajarê Mehabadê jî, bi hilkefta 25`ê Gelawêjê û cejna yekgirtina Demokratan, xortên Pêşewa li nav bajêr û li cihên weke “pira Îndirqaş û rêya Mehabad di navbera bo Bokanê, bi belavkirina traktên hizbî, çira xebatê geştir kirin.