Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binav nûnerekî meclisa rejîmê gefa terorkirina berpirsên berê yên Amerîkay xweriye

18:13 - 15 Tebax 2022

Binav nûnerê meclisa rejîma Îslamiya Îranê yê bi navê “Cewad Kerîmî Quddûsî” gotiye ku, em dikarin bi dana pere ji hin kesên serberedayî re li Amerîkayê tola “Qasim Silêmanî” hildin.

Roja Duşemî 15ê Tebaxê “Cewad Kerîmî Quddûsî” ku endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî li meclisa rejîma Îslamiya Îranê de ye, di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “ILNA” ya girêdayî rejîmê, gefa terorkirina serkomarê berê yê Amerîkayê “Donald Trump” û herwisa Wezîrê berê yê Derveyê Amerîkayî “Mike Pompeo” xwariye.

Wî binav nûnerê rejîmê bi eşkere gotiye, Îran bi dana pere ji hin kesên serberedayî re li Amerîkayê dikare “Donald Trump, Mike Pompeo û John Bolton”bikuje û hewce nake bo kuştina wan ji Îranê bê şandin.

Wî binav nûnerê rejîmê tevî erêkirina terorên rejîma Îranê yên li derveyî Îranê, şandina hêzê bo kuştina “John Bolton” red kir.

Rejîma Îranê berê jî gotibû, dê ji kesên ku di kuştina “Qasim Silêmanî” de rol hebûne, tolê hilde.

Rejîma Îranê ku binyata vê li ser terorîzm û geşedan bi terorîzmê, gendeliya sîstematîk û xapandina hizra giştiya xelkê Îranê û cîhanê hatiye avakirin, bi eşkere gefan dixwe û di ragihandinên girêdayî xwe de weke şanazî belav dike, lewma bo aramî û ewlehiya cîhanê hewce ye ku rejîm û binyata wê ji nav here.