Parek ji mamoste û xwendkarên bajarên Serdeşt weke, Pîranşar, Şino, Nexede û Mehabadê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Xelkên şoreşger û têkoşer yên Kurdistanê
Pêşmergeyên qahreman
77 salan berî niha, di nav tendûra şerê wêranker yê cîhanê de û li ser bingeha Komeleya “Jêkaf”, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat avakirin, avakirina Partiya Demokrat li rewşa wî demî de xalek rêkxistinî û siyasî ya mezin bû bo gelê Kurd, ku karî bi hizrek amade ya siyasî bikeve nav hevkêşeyên siyasî û êdî di pêkhateyek kilasîk de girtî nemîne, bo yekem car Kurd weke partiyek siyasî pêngav bihavêje nav qada bi kiryar û dûr ji aloziyên neteweyî, û herwisa li ser mijarên pêwendîdar bi Kurdistanê tekezî bike.
Partiya Demokrat bi hestkirin bi berpirsayetî û aqilmendiyeke siyasî ya berfireh heta niha kariye weke partiyek xwedî pirensîp xwe nîşan bide û komên navneteweyî bi rêzdarî temaşe bikin.
Em di 77emîn salvegera avakirina partiya xwe de, bi dil silavan li canê şehîdên sorxelat ên gelê xwe dikin û li hember mezinahiya şehîdên Kurdistanê de serê xwe diçemînin.
Bêguman gelê me li ser destê Partiya Demokrat, dê bigihîje armancên xwe û dagîrkeran dê neçar bike ku li wî welatê şîrîn paşekêşî bikin.
Em bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina partiya xwe ya hezkirî, peymana wefadariyê digel tev şehîd û pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê nû dikin ku, têkoşerê rasteqîn ên xebatê bin û hizbî hizr bikin, hizbî bibînîn, hizbî têkoşîn bikin û hizbî jî reftar bikin.
Bêguman têkoşîna li dijî sîstemeke hovane ku rizamendî bi ti rêçareyek exlaqî û siyasî tuneye, me erkdar dike heta bêhitr bi biryar zendên qawetê ji bo bi destveanîna armancên xwe hildin û herwisa em heta bidestveanîna hemû armancên xwe dest ji xebatê ber nedin. Niha rojhilata Navîn bi giştî û Îran û Kurdistan bi taybetî ji her demî zêdetir ber bi guhertinên bingehîn ve dimeşe, cîhana pêşkevtî êdî nikare vê pergala hov qebûl bike ku, bi dilê xwe hespê lixav nekirî yê hez û xwastên xwe ling bidin û bo deverê qedera reş diyarî bikin, niha dema yekrêzî û yekgirtina hemû azadîxwazên netewey ye.
Em weke beşek ji mamoste û xwendikarên bajarên Kurdistanê, tevî pîrozbahî gotina cêjna avakirina 77emîn saliya partiya xwe, hêvî jî dikin ku ew rejîma totalîter bi zûtirîn dem were rûxandin û hemû gelên Îranê bi avakirina sîstemeke nenavendî û federal bigihîjin bi hêvî û armancên xwe.
Serkevtin bo xebata azadîxwazane ya gelê me bi rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.
Silav li hemû şehîdên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi taybetî şehîdên niştîman Qazî, Qasimlo û Şerefkendî.
Mirin û neman bo rejîma dije azadî ya Axûndî.