Partiya Yekîtiya Neteweyî Demokratîk a Kurdistanê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina PDKÎ peyama pîrozbahiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Birayê me yê rêzdar Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û endamên Deftera Siyasî yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê.
Digel silavek germ a birayane…
Rêzdaran, li ser navê xwe û endamên Mekteba Siyasî û Komîteya Serkirdayetî û tev endamên Yekîtiya Neteweyî Demokratîk, bi hilkefta 77emîn salvegera damezrandina Partiya têkoşer ya we, “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê”(PDKÎ), ciwantirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û tev hevalên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dikin, û herwisa hêvîdarin ku salvegera damezirandina partyia we bibe faktora pêşiveçûn û xala guherînkarî û serkevtinên zêdetir li pêxema xizimetkirin bi doza rewa ya gelê me.
Di demekê de ku, salvegera damezirandina “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê” bibîr tînin ku, Kurdistan û Rojhilata Navîn bi awayeke giştî û bi taybet Rojhilatê Kurdistanê di rewşek gelek hestyar de ne û komek eger û pêşhat û guherînkariyên mezin çavnhêrî tên kirin, li ser me û tev aliyan hewce ye ku berjewendiyên bilind yên neteweyî û nîştimanî berçav bigirin û li pêxema yekîtî û yendengiya Kurdan û mifah wergirtin li guherînkariyan xebatê bikin, bêguman yekbûn û yekdengiya me, bibandortirîn çeka me ye bona rûbirû bûn li hember pîlanên dijmin û nehezên me, her di vê derheqê de hewlên we yên bona yekgirtina herdu aliyên Partiya Demokrat bilind dinirxînin û çavên me ji vê yekê ye ku, di demek lezgîn de ev hewl bigihîjin bi encamê û yekgirtina yekcarî rabigihînin, bi baweriya me yekgirtina herdu aliyên Partiya Demokrat û pêkanîna eniyekê bo hêzên Rojhilatê Kurdistanê û bi lidar xistina kongireya neteweyî ya seranserî dibe faktora sereke ya yekrêziya me, her bi vê sedemê ye ku hewce ye em tev alî li pêxema vê encamê de têbikoşin.
Di dawiyê de, dubare hêviya serkevtinê bo we dixwazim û silavan dikin li xebat û berxwedaniya Rohilatê Kurdistanê, û herwisa bi hormet ve temaşeyî vê dikin û hêviya pêşveçûn û serkevtinê bo xebata Rojhilatê welat dixwazin û tekez jî dikin li ser qahîmkirin û pêşvebirina pêwendiyên birayane yên di navbera me de û herwisa li pêxema zêdetir xizmetkirin û ber bi pêşvebirina doza rewa ya gelê Kurdistan û gihîştin bi mafê rewa yên me …
Digel silav û rêzên dubare yên me.
Her bijîn û serkevtî bin bo Kurd û Kurdistanê.
Brayê we
Xefûr Mexmûrî
Sekreterê Giştî
Yekîtiya Neteweyî Demokratîk a Kurdistanê(YNDK)
15.8.2022`an