Li pirraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatî bi cejn û xweşî roja 25ê Gelawêjê bilind nirxandin.
Li pirraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê yên weke “Urmiye, Şino, Pîranşar, Nexede, Bokan, Mehabad, Sine, Merîwan û … hwd, keç û xort, ciwan û kalên demokratperwer bi belavkirina trakit û posteran, bilindkirina alaya Kurdistan û logoya PDKÎ, gurrkirina agir, teqeya xweşiyê û bi lidar xistina dîlan û govendê pêşwazî ji 77emîn salvegera avakirina partiya xwe PDKÎ kirin û ew roj bilind nirxandin.
Pêşmergeyên Bajar, li gundê “Dizê” warê şehîd “Faxir Rehmanî” yê ser bi devera Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê xortên bi hest û demokratperwer yên wî gundi, bi mebesta dilxweşiyê teqekirin û 77emîn salvegera avakirina PDKÎ û yekbûna herdu aliyên Demokratan pîroz kirin û weke her demên berê digel rêbaza Demokrat û xwîna şehîdên Kurd û Kurdistanê peyman nû kirin û amadebûna xwe bona cîbicîkirina her erkek hizbî dane nîşandan.
Herwisa li devera “Gelyê Qasimlo” yê girêdayî bajarê “Urmiyê” warê mêrxas û egîdan li gundê “Mehmûdava” yê girêdayî wê deverê bi gurrkirina agir, roja 25`ê Gelawêjê 77emîn salvegera avakirina PDKÎ pîroz kirin û carek din digel rêbaza demokratê peyman nû kirin.