Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundên girêdayî bajarê Deştyarî ya ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 70 hezar kes bê av in

12:36 - 16 Tebax 2022

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 127 gundên girêdayê bajarê Deştyarî bê av in û rejîma Îranê bo gelempera wan 127 gundan tenê 12 tankerên piçûk ên avê dabîn kirine.

Pêka nûçeya ku “Resed ê Belûçistan”ê belav kiriye, bajarê deştiyarî xwediyê 146 gundan e ku 127 gund ji wan gundan ti avek bo vexwarin û hewcehiyên nav malê tinînin, rejîma Îranê îdi`a dike ku bo gelempera wan gundan bi 12 tankeran avê dibe û di 24 demjimêran de bo her kesî tenê 6 lîtir av didin.

Dana 6 lîtir av di demsala Havînê de heta têra vexwarinê jî nake û bo paqijî û parastina tendirustî û karên nav malê ti avek nayê dabînkirin û di demsala Havînê de ku germayeke gelek zêde di vê parêzgehê de heye bûye gefek micid li ser canê xelkê.

Rejîma Îranê ti bernameyek bona dabînkirina ava wan deveran tinîne û gelek caran xelk neçar mane ji wan deveran derkevin û bera xwe bidin bajarên mezin û taxên derdornişîn wê.

Kêmîneyên neteweyî wek Kurd, Tirk, Ereb, Belûç û Tirkemen di Îranê de rastî cudahîdanînên sîstematîk hatine û ji piraniya xizmetkariyên bingehîn bê par in û rejîma Îranê bi zanebûn rê, pire, saziyên hewce û dabînkirina ava hewce bo jiyanê û ranedana rêya lehiyan, jiyana xelkê gelek dijwar kiriye û ew rastî xisarên canî û maliyên gelek zêde hatine.