Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

25ê Gelawêj, remiza mana neteweya Kurd e

19:02 - 16 Tebax 2022

Bi hilkefta 25ê Gelawêjê û li 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û herwisa yekgirtina Demokrat, endam û alîgirên Partiya Demokrat di piraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê de bi encamdana çalakiyên propagendeyî, ew roja dîrokî bi bilind ragirtin û pirozbahiya yekgirtina Demokratê kirin û peymana emegnasiya xwe digel Partiya Demokrat nû kirin.

“Pêşmergeyên Bajar” di bajarê Mehabadê de bi hilkefta 25ê Gelawêjê û cejna yekgirtina Demokrat di çalakiyek propagendeyî de bi nexşandina alaya Kurdistanê û nivîsandina siloganan, ew roja pîroz bi bilind ragirtin û di peyamekê de germtirîn pîrozbahiyên xwe bo kadr, pêşmerge, rêberatiya Demokrat û tev xelkê Kurdistanê şandin, bi vê hêviyê ku îsal bibe sala aramî û yekîtiya tev partî û aliyên Kurd û hemû xelkê Kurdistanê.

Bi vê boneyê, têkoşerên Demokrat li bajarê Seqizê di şeva derbasbûyî de li nav bajar û rêya Serşîw-Seqizê çalakiyên propagendeyî lidar xistin û herwisa di malên xwe de 25ê Gelawêjê û yekgirtina herdu aliyên Demokratan cejn girtin.

Di Îlamê de û li bajarê Dereşarê, endamên Partiya Demokrat li cihên weke seyrangeha Serava Dereşar, taxa Erazî ya bajarê Îlamê, ber deriyê parêzgariya Îlamê, ber deriyê dadgeha rejîmê û meydana Erxewan, çalakiyên piropagendeyî lidar xistin û 25ê Gelawêj û yekgirtina herdu aliyên Demokratan pîroz kirin û amadebûna xwe bona encamdana her erkek Hizbî, ragihandin.

Li bajarê Sine, endamên Partiya Demokrat di “kolana Zagros, parka Beharan û Hesenava”yê bi belavkirina traktan, 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat pîroz kirin.

Di devera Jaweroya bajarê Sinê û li gundê Tengîserê jî, endamên Partiya Demokrat bi hilkefta 25ê Gelawêjê di 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat, alaya pîroza Kurdistanê bilind kirin û agirê 25ê Gelêawêjê hilkirin û hevdem sirûda “Min Gelawêjim” belav kirin û teqeya dilxweşiyê kirin û emegnasiya xwe dan xuya kirin.

Li bajarê Baneya hertim zindî jî, endamên Demokrat bi hilkevta 25ê Gelawêjê û cejna wekheviyê, di çalakiyek berfireh de bi bilindkirina alaya Kurdistanê, bandor û pêgeha bilind û bihêz a Demokratê nîşanî dagîrkeran dan.

Di gundên “Nêzero, Sawan, Xwacamîr, Şiwê, Mamal, Kanîsor, Serqûl, Şerge, Mîravaya Serî, Mîraweya Xwarê, Sipêdarê, Piyavên, qontara Arbaba, Pîrmirad, penagaha Şaxewaniya Arbaba, Kanîsewiza Arbaba” yên li bajarê Baneyê çalakiyên propagendeyî hatin lidarxistin.

Di berdewamiyê de li bajarên Pîranşar û Konexanê, endamên Partiya Demokrat di çalakiyek propagendeyî de bi belavkirina trakên Hizbî, cejna 25ê Gelawêjê pîroz kirin.

Di “Mizgevta Mam Xelîl, devera Mam Xelîl, Kemerbendiya Konexanê, taxa MamXelîl, Mizgevta Selman Farsî, Kasekeran, Mizgevta Ensarî Konexanê, Şeqama Konexanê, Bazara Sîgaran, 24 metrî, Mizgevta Darolquri`an, Mizgevta Hicret, xwendingeha Şora, Mizgevta Hezretê Îsmaîl, Talara Xeyam û gundê Serokanî” yê yên li bajarê Pîranşarê çalakiyên propagendeyî hatin lidarxistin.

Di bajarê Bokanê de “Pêşmergeyên Bajar” li “Kilke Berdereşana Melaler”ê bi bilindkirina alaya Kurdistanê 25ê Gelawêjê pîroz kirin û peymana emegnasiya xwe bo rêbaza Demokrat dubare kirin.

Endamên Demokrat li bajarê Nexedeyê, di gundê Deştequrê bi bilindkirina alaya Kurdistanê 77emîn salvegera avakirina Partiya demokrat pîroz kirin.

Di bajarê Şinoyê de, endamên Demokrat bi 25ê Gelawêj û yekgirtinê, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û hildana perûyên nivîsandî li felekeya Helebçe û taxa Rehîmabad, xûşewîstî û meznatiya Partiya Demokratê nîşan dane.

Li bajarê Merîwanê endamên Partiya Demokrat bi belavkirina traktên Hizbî li cihên weke “Gundên Kalê serî û kalê xwarê, rêya şehreka Hicret û sêrêyana gundê Dega Şêxan”ê salvegera avakirina Partiya Demokrat pîroz kirin û cejna yekrêziyê pîroz kirin.

Hevdem li devera Hawşar û li gundê “Qazanlî”yê endamên Demokrat bi belavkirina nivîsên Hizbî, salvegera avakirina Partiya Demokrat pîroz kirin û digel rihê şehîdên doza rizgariya Kurdistanê soza emegnasiya xwe nû kirin.

Herwisa li bajarê Şîrazê, li nêzî derwazeyê “Qur`an”ê, endamên Partiya Demokrat bi encamdana çalakiyên propagendeyî bi hilkefta 25ê gelavêjê, ji dijmin re dan selimandin ku xebata Partiya Demokrat her geşe dike û heta gihîştin bi armancên xwe, dest ji xebatê ber nadin.