Pêka raporên belavbûyî, navendeke înternetê li devera 8 a bajarê Tehranê aigr girtiye û beşek ji înterneta Îranê tûşî pirsgirêkan bûye û hevdem înterneta Mobaylan jî li çendîn cihan qut bûye.
Îdareya Giştî ya Peywendî û Karûbarên Navneteweyî ya Kompaniya Muxabirat a rejîma Îranê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku, pisgirêka qutbûna Înternetê bi sedema agirpêketin li beşeke pêwendî ya li devera 8 a Muxabirata Tehranê de bûye, lewma peywendiya muxabiratî û înterneta mobayl û malan jî li çendîn deverên wî bajarî qut bûne.
Îhtmala êrîşê li ser wê navendê he ye, lê heta niha ti aliyekê ev agirpêketin negirtiye stuyê xwe û rejîmê jî ti zaniyariyek zêdetir belav nekiriye.
Heftiyek berî niha jî înterneta çendîn deverên bajarê Tehranê qut bibû û Wezîrê Peywendiyan yê rejîma Îranê “Îsa Zari`ipûr” îdi`a kiribû ku, bi sedema kevinbûna hêlên muxabiratê û alavên elekteronîkî yên veguhastina berqê bûye.
“NetBlocks”ê li ser tora civakiya “Twitter”ê belav kiriye, ew pirsgirêk li operatorên “Irancell” û navenda kompaniya “Zîrsaxt” a Îranê de bûye û bikaranîna înternet li Îranê bo asta ji sedî 79 daketiye.