Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxwaziyên nebicî yên rejîma Îslamî li derheq Lihevkirina Bercamê

12:29 - 17 Tebax 2022

Rejîma Îranê li nûtirîn bertekan de daxwaza barimte kirina Bercamê ji aliyê Amerîkayê di egera derkevtina wî welatî li Bercamê kiriye.

Pêka rapora kanala “CNN”ê’ rayedarên Amerîkayê dane zanîn ku, rejîma Îranê di lihevkirina nû ya Bercamê de, bertek nîşan daye û daxwaza dana xisarê  ji Amerîkayê di egera derkevtina wî welatî li Lihevkirina Bercamê kiriye.

Çavkaniyek haydar ya Amerîkayê ji kanala Nûçegihaniya “CNN”ê re ragihandiye ku, rejîma Îranê ji îhtmala dubare derketina Amerîkayê li Lihevkirinê û sepandina dorpêçên aborî yên Amerîkayê nigerane.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 15`ê Tebaxê “Edward Price”, Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê di civînekê de ragihandin: Eger rejîma Îranê dixwaze tev dorpêç bên vêde dan, divê li reftarên xwe de guherîkariyan pêk bîne, û herwisa çalakiyên xwe yên ku dibin sebeba wan dorpêçan rawestîne.

Ji aliyekî din ve jî, nigeraniyên welatên herêmê li derheq berfirehbûna bernameyên navkî yên rejîmê û gefên wê rejîmê yên li dijî ewlehiya herêmê berdewam in.