Sê rêkxiravên bi navên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokratê bi boneya 77emîn salvegera avakirina PDKÎ, peyama hevpar ya pîrozbahiyê belavkirin.
Rêkxiravên weke, Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokratê di salvegera avakirina PDKÎ û yekgirtina PDKÎ peyamek hevpar belavkirin û di peyama xwe de behsa dîroka avakirina PDKÎ li bajarê “Mehabad”ê kirin û herwisa behsa bingehên avakirina vê partiyê kirin ku li ser bingeha rêkxistina vejîna Kurd hatiye avakirin û bo bidestveanîna azadî û demokrasiyê, hezaran şehîd, kêmendam, girtiyên siyasî di hemû astan de li karnaneya xwe de tomarkiriye û partiyeke ku xwediyê xebat û têkoşanek bê rawestan û paqij e.
Herwisa di beşek din a vê peyamê de behs ji pirsa Kurd hatiye kirin û ragihandiye ku pirsa Kurd ger bo Kurdan sereketirîn mijar be, bo Rojhilata Navîn û Îranê jî yek ji giringtirîn mijaran e û bi bê çareserkirina vê yekê ew welat aramiyê bi xwe ve nabîne û çareseriya wan pirsan bi hevra girêdaiyne û bi bê hebûna PDKÎ nayê çareserkirin.
Herwisa îşare bi vê yekê kirin ku, bi hebûna dijminekê ku hemû hewla xwe dide bo jinavbirina Kurd û Kurdistanê, di demek wiha de divê bi yekîtî û yekrêziyê xwe li hember dagîrker de amade bibin û PDKÎ di vî warî de pêngavên micid hilgirtiye û di nêzî 25ê Gelawêjê de xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi yekgirtina herdu aliyên Demokratan dilxweş kir û mizgîniya rojek xweş da bi malbatên serbilind ên şehîdan, girtiyên siyasî û azadîxwazên Kurdistanê.