Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Nûnûratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ya li Ewropayê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

17:42 - 17 Tebax 2022

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ya li Ewropayê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê peyama pîrozbahiyê şand.

 Deqa peyamê wiha ye:

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

Rêzdar: Partiya Demokrat  a  Kurdistana  Îranê

Bi hilkefta 77emîn salvegera damezrandina PDKÎ, pîîrozbahiyên xwe yên gerim pêşkêşî  binemalên şehîdan, serkirde, endam, pêşmergeyên qehreman yên PDKî  û tevahiya gelê me yê xweragir li Rojhilatê Kurdistanê dikin, bi hêviya siberojeke geş bo gelê me û bidestveanîna mafên neteweyî  yên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê.

Xebat û têkoşîna Gelê Kurd li Rojhilat herdem cihê serbilindî  û şanaziya me ye, her ji şoreşa Simkoyê Şikak, Komara Kurdistan, Pêşewa Qaziyê nemir, Dr. Qasimlo û Şerefkendî .., û hewlên niha yên yekrêziyê û yekxistinê di nav herdu baskên Demokrat a Kurdistanê de bi bilindî  dinerxînin û hêviya serkevtinê bo we yên rêzdar dixwazin û vê pêvajoyê bi pêngaveke pêwîst û girîng dibînin û li we û li tevahiya Kurd û Kurdistanê pîroz dikin.

17`ê.08.2022`an

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya  li Ewropa yê