Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm bo cihên giştî yên Kurdistanê ji navê pasdarê terorîst “Qasim Silêmanî” mifah verdigre

18:53 - 17 Tebax 2022

Li gor nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îranê li bajarên Kurdistanê li ser navê pasdarê terorîst “Qasim Silêmanî” binav dike.

Her di vê derheqê de, rejîma Îranê li bajarê Pîranşarê navê terorîst “Qasim Silêmanî” bo nexweşxaneya nû a wî bajarî ku hîn avakirina wê bidawî nebûye diyarî kiriye.

Danîna navê terorîst “Qasim Silêmanî” li ser wê nexweşxaneyê, kerb û kîna xelkê li pey xwe anî ye.

Rejîma Îranê li ser navê “şehîdperweriyê”, dixwaze bi zorî navê kesên wekî “Qasim Silêmanî” li ser mejiyê xelkê de bisepîne.