Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînareke hevpar bi hilkefta yada 77 saleya avakirina Partiya Demokrat hate lidarxistin

18:53 - 17 Tebax 2022

Herdu aliyên Partiya Demokrat di 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat de û li qonaxên dawî yên yekgirtinê, semînareke hevpar bo Hesen Şerefî û Omer Balekî lidar xistin.

Serêvara roja Duşemî 24ê Gelawêj a sala 14001`an a Rojî, bi beşdariya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, Mistefa Hicrî û Sekreterê Giştî yê PDK, “Xalid Ezîzî” û 100an kadr û pêşmergeyên malbata mezin a Demokrat û li dawî qonaxên yekgirtina Partiya Demokrat û bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina vê Partiyê, semînarek hevpar bo Cihgirê Yekem ê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Hesen Şerefî” û endamê Deftera Siyasî ya PDK “Omer Balekî” li yek ji binkeyên Deftera Siyasî ya PDK bi rê ve çû.

Semînar bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragitina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê pagij yê şehîdên doza rizgariya Kurdistanê destpê kir. Piştre Cihgirê Yekem ê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ “Hesen Şerefî” di destpêka gotinên xwe de bas ji vê kir ku birêveçûna vê semînarê hevdem digel qonaxên dawî yên yekgirtina herdu aliyên Demokrat e ku ev jî mezinahiyeke bo xelkê emegnas yê Rojhilatê Kurdistanê û bi bîr anîn ku 25ê Gelawêjê hevdem digel avakirina Komeleya Jiyaneweya Kurdistanê “J.K.f” e ku 3 sal piştre Partiya Demokrat jî di hemen rêkevtê de hate avakirin û avakerên “J.K.f”ê hemen avakerê Partiya Demokrat bûn.

Piştre endamê Deftera Siyasî yê PDK “Omer Balekî” tevî nîşandana keyfxweşiya xwe ji bo bi encamgihîştina proseya yekgirtina herdu aliyên Demokratê, tevî îşarekirin bi karlêkeriya Partiya Demokrat li ser seh û hizra netewî, babetek pêşkêşî beşdarbûyên semînarê kir û got: “Geşeya hizra netewî bi piştevaniya Partiya Demokrat ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, belku li 4 aliyên Kurdistanê deng daye û avakirina Partiya Demokrat hewcehiyek dîrokî bû ku li ser destê Pêşewa Qazî Mihemed ku di serdema xwe de hate avakirin û ev derfet bo berjewendiya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê rolek bibandor hebû.

Navbirî di dawiya gotinên xwe de bi vê îşare kir ku, piştî derbasbûna 77 salan niha jî, gotara Partiya Demokrat pêdegirî li ser yekîtiya netewî, bihadan bi xebata medenî, bawerî bi çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd, parêzgarî ji serweriyên nîştimanî û handana xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo parastina jîngeh, kultûr û çanda netewî dike.

Ew semînar bi şayî û keyfxweşiya beşdarbûyên semînarê li derheq gihîştin bi qonaxên dawî yên yekgirtina Partiya Demokrat bidawî hat.