Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijayetiyên digel dana vîzayê bi Re`îsî bo çûna Amerîkayê zêdetir bûne

12:05 - 18 Tebax 2022

“Mike Pompeo” û “Nikki Hally” jî, tevlî kempêyn û karûzarekê bûn ku neyarê dana wîzayê bi Îbrahîm Re`îsî ye daku nekare serdana Amerîkayê bike.

Roja 17ê Tebaxê “Mikê Pompeo” wezîrê berê yê karûbarê derve yê Amerîkayê û Nikki Hally balyoza berê ya Amerîkayê li saziya Neteweyên Yekbûyî de, tevî komek ji girûpên mafê mirov û yasa daner û kesayetiyên komarîxwaz mil danê milê hev û daxwaz kirin ku bila Amerîka vîzayê nede Îbrahîm Reîsiyê serkomarê rejîma Îranê, da ku nekare li civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê “New York” de beşdar be.

“Pompeo” got: Tenê çend rojan piştî wê ku Re`îsî gef xwaribû ku dê Amerîka bike Cehenem û kavil bike, dewleta “Joe Biden” dixwaze vîzayê bide Reîsî, rejîma Reîsî dixwaze di nava axa Amerîkayê de me bikuje, dewleta “Joe Biden” dixwaze vîzayê bide wî.

“Nikki Hally” jî di vê derheqê de got: Saziya Neteweyên Yekbûyî bilendgoya herî mezin dide destê rêberên terorîsma dewlet, û daxwaz kir ku nabe bi tu awayekê Amerîka vîzayê bide Reîsî û nekare pê xwe bihavêje nava Amerîkayê.