Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kongreya Neteweyên Îrana Federal li derheq yekgirtina Demokratan ragihandinek belav kir

17:49 - 18 Tebax 2022

Kongreya Neteweyên Îrana Federal di ragihandinekê de, li yekgirtina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Demokrat a Kurdistanê pêşwazî kir û ew hewla weke hevahengiyek girîn li rastaya bihêzbûna xebata xelkê Îranê bona bidestveanîna mafên rewa yên neteweyên Îranê da zanîn.

Kongreya Neteweyên Îrana Federal, tevî rêzgirtin ji heyetên gotûbêjan bona gihandina bi encamê ya piroseya yekgirtinê, bo îradeya herdu aliyên Demokratan, hêvî xwast ku ew partiya li paşerojeke nêza xwe de, xebata li dijî rejîma Îranê gurtir bike.

Herwisa di vê ragihandinê de hatiye ku, em weke hevpeymaneke siyasî ku Partiya Demokrat tê de endam e, wê yekgiritnê bi nîşana îradeya bihêz a vê Partiyê bona berevanîkirin ji nirxên dîrokî û bihêzkirina me bixwe li xebata li dijî rejîma Îranê bona bidesteveanîna armancên Tevgera Neteweyî-Demokratîk li Kurdistan û herwisa Tevgera Azadîxwaz li seranserê Îranê dizanin.

Kongreya Neteweyên Îran a Federal, yekghirtina Demokratan bi hevahengiyek girîng li rastaya bihêzbûna rêzên wê hevpeymaniya siyasî zaniye, çimkî Partiya Demokrat li damezrandina Kongreya Neteweyên Îrana Federal de rolek girîng hebûye.