Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiyê ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya li Kurdistana Sûriyê, bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

18:41 - 18 Tebax 2022

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya li Kurdistana Sûriyê, bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina PDKÎ peyama pîrozbahiyê şand.

Deqa peyamê bi wî awayî ye:

Berêz: Mistefa Hicrî sekreterê (Partiya Demokrat a Kurdistan a Îran)

Berêz: Xalid Ezîzî sekreterî (Partiya Demokrat a Kurdistanê)

Silav û rêz:

Bi boneya (77)emîn saliyada damezrandina Partiya we ya xebatkar û têkoşer , bi navê Deftera Siyasî ya Partiya me (Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriya), em we û hemî endam û alîgirên we pîroz dikin û hêviya serkeftinê ji xebata we re dixwazin, her weha ciyê dilxweşiyê ye ku hûn îro gavên girîng davêjin ber bi yekxistin û yekrêziya vê partiya xebatker, partiya şehîd (Pêşewa, Qasimlo, Şerefkendî), û bi hêzkirin û xurtikirina xebata we ji bo bi destxistina mafê miletê Kurd li Kurdistana Îranê..

Yê me hêviya xurtkirin û kûrkirina pêwendiyên du qolî yên mîjoyî dikin yên di navbera herdu partiyên bira de..

Her serkeftî û serfiraz bin.

Qamişlo 17`ê.8.2022`an

Deftera Siyasî

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê