Tevgera Demokratîk a Kurdistanê ya li Bakûrê Kurdistanê bi hilkefta 77emîn salvegera avakirina PDKÎ peyama pîrozbahiyê şandine.
Deqa peyamê wiha ye:
Ji bo serokatî, birêvebir û endamên Hizba Demokrat a Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK/PDK Îranê)
17`ê Tebaxa 2022`an
Ji bo serokatî, birêvebir û endamên Hizba Demokrat a Kurdistan/ Partî
Demokratî Kurdistan (HDK/PDK Îranê)
Birêzan!
Hevrê û hogirên HDK/PDKê!
Em TDK Tevger ji Bakurê Kurdistanê, bi minasebeta yekgirtina HDK/PDK Îranê pîrozbahiyek germ li we dikin û bi yekrêziya we gelekî şad û serbilind in.
Hevrê û mêvanên hêja!
Îro salvegera 77saliya PDK Îranê ye. Em salvegera 77saliya PDK Îranê li miletê Kurd û kurdistaniyan pîroz dikin. PDK ji sala 1945`an ve heta î îro ji bo doza Kurdistanê bê rawestan di nava têkoşînê de bi sedan pakrewan û cangorî daye. Îro yekgirtina HDK û PDKê, baştirîn mizgînî ye ji bo şehîd û pakrewanên Kurdistanê. Yekrêziya herdu partiyên bira, şadkirina rihê pakrewanê mezin û Serokomarê yekem yê Komara Kurdistanê Qazî Muhemmed û hevalên wî, cangorî û tekoşerê bêhempa Ebdulrehman Qasimlo, Şerefkendî û tevahiya şehîdên miletê Kurd e.
Hevrêyên hêja!
Yekrêziya we bersiveke zindî û xweragiriyek bêhempa ye ji bo Ayetullahên dîktator û dagîrker. Îro pêdiviya hevkariya partiyên Kurdistanî û pêwîstiya rêxistiniyek girseyî û neteweyî li rojhilatê Kurdistanê heye. Em hêvî dikin ku yekgirtina we dê bibe egera patriyek girseyî û neteweyî û bibe bingeh û serencama hevkariyek Kurdistanî.
Em weke TDK-TEVGER dubare we ji dil û can pîroz dikin û silavên biratiyê pêşkêşî we dikin.
Serkeftin dê her para miletê Kurd be.
Bijî serxwebûn, bimre dagîrkerî.