Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di demdirêjbûna heyama Bercamê de tenê xelkê Îranê ye ku xisarê dibînin

12:07 - 19 Tebax 2022

Yek ji sebebên demdirêjbûna heyama lihevkirina Bercamê, eve ku hem rejîma Îran û hem jî Amerîka sûdê werdigrin û di vê navberê de tenê xelkê Îranê ye ku xisarê dibînin.

Mehdî Zakriyan mamosteyê zanînigeha “Azad a Îslamî ya Îranê li Yekîneya Zanist û Lêkolînê ya li bajarê Tehranê de”, di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Anadulya”yê, de gotiye: Îran hewl dide bi demdirêjkirina heyama lihevkirinê poanên zêde werbigire û Amerîka jî ku bixwe mezin hêza  cîhanê ye, tu hewceheyekê nabîne ku qedera lihevkirinê bi lezgînî zelal bibe belkû, dixwaze Îranê minetdar û hewcedarê xwe bihêle.

Zakriyan wiha berdewam kir ku: Di rewşa dijwar ya aborî û jiyana civaka Îranê ya niha de, ev hewlên rayedarên Îranê şaş in, ji ber ku di vê navberê de tenê xelke ku xisaran dibînin.

Herwisa wî mamosteyê zanîngeha Azad ya Îslamî, îşare bi serberedayî û tedaxulên nebicî yên navendên weke, Artêş û Spaha a Pasdaran kiriy ku, di mijarên peywendîdar bi siyasetên derve de ti pêgehek yasayî tunîn ku tenê bûne sebeba berkevtina xisarên zêde li berjewendiyên neteweyî.

Mehdî Zakriyan got jî: Îranê bicihê ku daxwaza barimteyê ji Amerîkayê bike diviya daxwaza dana xisarê bikirba,

Kêrnehatîbûn û nebûna şiyana birêveberiya rayedarên rejîma Îranê ewqas zeq bûye ku, zana û rewşenbîrên wî welatî jî, bi eşkere li ser meydayên cihanî basa  nezanînên wan dikin.