Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li Şêwreya Ewlehî û Saziya NY de li dijî Îsraîlê sikala tomar kiriye

12:33 - 2 Tebax 2022

Rejîma Îranê bi şandina nameyekê bo serokê Saziya NY li dijî Îsraîlê sikala tomar kiriye.

Nûner û Balyozê rejîma Îranê li Saziya NY “Mecîd Texitrewançî” bi şandina nameyekê bo serokê Saziya NY “Antonio Guterres” li dijî karên Îsraîlê li derheq rejîma Îranê skala kir.

“Mecîd Textrewançî” di nameya xwe de behsa gotinên serokê Şêwreya Ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê “Eyal Holata” kiriye û gotiye ku Îsraîl ji gef xwarin û êrîşkirin û zordarîkirin li ser Îranê de berdewame.

Herwisa navbirî di nameya xwe de karên Îsraîlê bi karên şerxwazana bi nav kiriye.

Piştî vê yekê ku welatê Îsraîlê bi awayên rasterast û nerasterast, êrîşên xwe yên bo ser rejîma Îranê û navendên etomî û ewlehî yên wê rejîmê zêde kiriye û herwisa karbidest û zanayên navkî yên rejîma Îranê di nav cihên herî girîng û ewlehî yên Îranê de dikuje, û ev yek bûyê cihê tirs û nigeraniya rejîma Îranê û heta niha jî rejîma Îranê nekariye bersiva wan êrîşên Îsraîlê bide, ji neçarî ve penaya xwe bo Saziya NY û Şêwreya Ewlehî biriye.