Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi zanebûn înternetê qut dike

12:11 - 19 Tebax 2022

Rejîma Îranê bi bernameyeke darêtî înternetê bi zanebûn qut dike û dixwaze bi cihê mifahvergirtina xelkê ji înterneta cîhanî, mifah ji înterneta rejîmê verbigrin ku bi tevahî li jêr çavdêriya rejîmê de ye.

Rejîma Îranê bona cihgîrkirina înterneta xwe ya bi navê “Înterneta Helal”, bi zanebûn înternetê li Îranê qut dike an di mifahvergirtina hevwelatiyan ji Înternetê de pirsgirêkan çê dike û bi wî şêwazî dixwaze înternetê û rêya mifahvergirtin ji torên civakî qut bike û înterneta rejîmê ku bi tevahî di bin kontrol û çavedêriya saziyên ewlehî û Îtila`atiya rejîmê de ne cihgîr bike û sîstema fîlterîng a Çînî cihgîr bike.

Rejîma Îranê bi qutkirina bi zanebûn û cihgîrkirina înterneta taybet bi xwe, dixwaze zêdetir ji berê çavedêrî li ser xelkê de hebe û wek Koreya Bakûr û Çînê rêya belavbûna zaniyariyên serast li nav hevwelatiyan û destpêragihîştina xelkê bo torên civakî û agehdarbûn ji zaniyariyên serast bigre.

Karnasan bas kirine ku hewlên rejîmê bona kontrolkirina înternetê bûye sedema qutbûn û daketina kalîteya înternetê.  

Gotina Serkomarê Îranê “Îbrahîm Reîsî” ku îdia kiribû eger bibe Serkomar dê înternetê lezgîntir bike bi tevahî bi çewt derkevt.