nebûna avê di demsala Havînê de bûye arîşeyek micid bo bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê.
Di heyamên derbasbûyî de nebûn û kêmbûna ava hewce pêsîra piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê girtiye û di niha de ku demsala Havînê ye, bûye arîşeyek micid bo ser derbasiya welatiyan.
Pêka nûçeyên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin li bajarê “Hemedan”ê welatî zêdetir ji 24 demjimêran bê av mane, û herwisa li bajarê “Şehr Kurd” yê girêdayî parêzgeha “Çarmehal Bextiyarî” 11 rojan ava vexwarinê ya paqij nebûye.
Herwisa li bajarê Urmiyê û deverên derdora wî bajarî pisgirêka bê aviyê heye û zêdetir ji 11 rojane ku ava deverên weke “Şêx Tepe” û gundên devera “Mirgewer”ê ji demjimêr 4ê paşnîvro heta dawiya şavê bi awayek berçav kêm dibe ku heta bo bi karanîne jî nabe.
Heta niha welatiyên bajarên bê av çendîn caran serdana navendên pêwendîdar kirine, lê ti bersivek ji wan re nehatiye dan û pirisgirêka wan nehatiye çareserkirin.
Di vê derheqê de Serokê Şirketa Av û Averoyan “Etabek Ce`iferî” gotiye, di Îranê de 272 bajar hene ku pirisgirêka bê aviyê hene, lê emê vê yek çareser bikin lê tenê sozek bû ku nehatiye cîbicîkirin.