Tevî hebûna tapo û belgeyên serast ji aliyê xwediyên wan avahiyan ve, bajarvaniya Bokanê gefa hiloşandina avahiya hejmarek ji welatiyan li nav bajar de dixwe.
Welatiyekî xelkê Bokanê di vê derheqê de ragihandiye: “Tevî ku min tapo û belgeyên serast a avahiya xwe heye, lê bajarvaniyê gefa hiloşandina avahiya min xwarine”.
Herwisa wî welatiyî gotiye: “Heta niha beşek ji avahiya min hatiye hiloşandin û di rojên bê de dê bi tevahî hiloşînin”.
Hiloşandina avahiya wan welatiyan li bajarê Bokanê di halekê de ye ku, wan welatiyan tapo û belgeyên serast bi tevahî hene.
Heta niha bajarvaniya Bokanê ti rohnkirinek jî li derheq wê kiryara xwe ji welatiyan re nedaye.