Şûnwarnasan di devera “Payîzava”(Gurpinar)a girêdayî parêzgeha Wan ya li Bakûrê Kurdistanê kelek dîrokî peydakirin ku dîroka vê vedigere bo 3 hezar salan berî niha.
Ew kela li ser çiyaye “Sipî Ak Dax”ê ye ku 2 hezar û 900 metran ji asta deryayê bilind e.
Ew kel ji 4 beşan û odeyek bo çalkirina miriyan pêk hatiye.
Dîroka wê kelê ya 3 hezar salan berî niha, vedigere bo serdema şaneşîniya “Ararat” anku “Uraratû” ye.