yekgirtina herdu aliyên Demokratan
Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR) ya li Bakûrê Kurdistanê bi hilkefta yekgirtina, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Partiya Demokrat a Kurdistanê peyama pîrozbahiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Pîrozbahî
Em weke Partiya Maf û Azadiyan(HAK-PAR)ê pîrozbahiyê li herdu aliyên Demokratan dikin ku piştî nîqaş û hewldanên bê hempa biryara yekbûnê dan û cî bi cî kirin.
Em hêvîdar in ku, yekbûna we serkeftina têkoşîna neteweya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û hemû parçeyên Kurdistanê bi xwe re bîne.
Bijî Pêşmerge
Bijî Kurd û Kurdistan.
Zana SEZEN
Nûneratiya Herêma Kurdistanê