Pizîşkê Yasayî yê li parêzgeha Kirmaşanê gotiye, di heyama 4 mehên derbasbûyî de 192 kesan bi sedema bûyerên trafîkê canê xwe jidestdane û bi danaberhev wê rêjeyê digel sala derbasbûyî, 35 kes zêdetir bûne.
Birêveberê Giştî yê Pizîşkî Yasayî yê Parêzgeha Kirmaşanê “Selîm Xanî” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayê rejîmê gotiye, di 4 mehên destpêka îsal de 192 kesan bi sedema bûyerên trafîkê canê xwe jidestdane û 44 kes ji wan jinin û 148 ji wan jî mêr in.
Herwisa “Selîm Xanî” gotiye, di wan 4 mehan de di wan bûyerên trafîkê de 3 hezar û 478 kes birîndar bûne.
Her di vê derheqê de, li parêzgeha Urmiyê de jî, li heyama heftiya derbasbûyî heta niha 8 kesan bi sedema bûyerên tarfîkê canê xwe jidestdane û 35 kes jî birîndar bûne.
Di Rojhilatê Kurdistanê de, standardnebûna rê, hebûna kendal koyan li rêyan de, standardnebûna maşînan, seqetbûna nîşandekan û berçavnegirtina standardên çêkirina rêyan, sedemên bingehîn ên canjidestdana welatiyan di bûyerên trafîkê de ye.