Bav, keç û neviyek di avbenda Sîlvanayê ya li bajarê Urmiyê de xeniqîn û bûn qurbaniyê bê îmkanatî û piştguhavêtina vê deverê.
Roja Înê 19ê Tebaxê, malbatek xelkê bajaroka “Elwac”ê yê girêdayî bajarê “Urmiyê” bo seyranê û derbaskirina demek xweş serdana avbenda “Sîlvana”yê kiribûn, lê mixabin rastî bûyerek nexwastî hatin.
Pêka zanyariyên hatinî belavkirin, zarokek temen 5 salî ya wê malbatê di nav avê de avjeniyê dike lê mixabin di nav qobiyê de dimîne, demaku dayîka wê di hawara wê de diçe da ku bikare ji mirinê rizgar bike, lê ew jî niqomî nav avê dibe û dixeqine lê ev bûyera her wira bidawî nabe piştire ku bavê dayîkê ku dibe kalikê zarokê jî ku di hawara wan de diçe ew jî li pêxema rizgarkirina zarokên xwe de dixeniqe.
Herwisa hatiye belav kirin ku, ti navendek hawarhatinê an alavên taybet bo rizgarkirin û kesên lêzan di karûbarên rizgarkirina mirovan di nav avê de li wir nebûne.
Piştî derbasbûna heyamek zêde navendên pêwendîdar hatine cihê bûyerê, lê alav û kelûpelên wan yên rizgarkirinê kêrhatî nebûne û bi sedema bidawî hatina kepsûla Oskîjinê lêgerîn bona peydakirina termê zaroka temen 5 salî hatibû paş xistin û sipêdeya roja Şemî 20`ê Tebaxê termê wê hat peydakirin.
Ev malbata bêbext yekem kes nînin ku dibin qurbaniyê bê îmkanatî û piştguh avêtina wê deverê ji aliyê berprisên rejîma dije mirov, li sala 1398`an biryar bûye ku, li derdora dawiya bendava Sîlvanayê dîwar bê danîn û cihên seyran û avjeniyê jî bo geştyaran digel tev îmkanatên hewce bê dest nîşankirin û dabînkirin, lê heta niha tenê welatî û geştyar bûne qurbaniyê wan soz û qewlên berpirsên rejîma dije mirov.
Tenê li destpêka demsala Bihara îsal heta niha 38 welatiyan li demên avjenîkirin li nav avên çem û rûbarên parêgeha Urmiyê de, xenqîne ku 27 ji wan di nav beravên bendavên parêzgehê de bûne û di çend salên derbasbûyî de jî, zêdetir ji 100 kesan di nav bendava “Sîlvana”yê de canê xwe ji dest dane.