Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hikûmeta Çînê kêmîneya neteweya “Oyxûran”ê wek kole bi kar tîne

13:13 - 20 Tebax 2022

Raportêrê taybet yê Komîsariyaya Bilind yê Mafê Mirovî yê Saziya Neteweyên Yekgirtî, “Tomoya Obokata” li derheq reftara hikûmeta Çînê digel kêmîneya neteweya “Oyxûr”ê raporek belav kiriye.

Raportêrê taybet yê Komîsariyaya Bilind yê Mafê Mirovî yê Saziya Neteweyên Yekgirtî, “Tomoya Obokata” bi belavkirina raporekê hikûmeta Çînê tawanbar kir ku kêmîneya netewî ya Oyxûran di ordûgahên karê bi zorê de wek kole bi kar tîne.

Herwisa “Tomoya Obokata” daye xuyakirin ku, di devera xweser a “Sîng Kiyang” û herwisa li “Tebbet”ê de şêwazên taybet bi koletiyê hene.

Serokê Kongireya Cîhanê ya “Oyxûran Dolkon Îsal” di derheq vê raporê de gotiye: “Encama wê raporê zenga hişdarîdanekê ye bo wan kesan ku heta niha xwe ji rawestan bi dijî alavên berhemhatî yên karê bi zorê yên Oyxûran li gera dabînkirina cîhanê de xwe parastine”.

Rejîma Îranê ku îdi`a Îslamîbûnê dike, hevalbend û dostê herî nêzîk yê Çînê ye û heta niha bo yek carê jî bas ji serkuta bi sam û sepandina sîstema koletî ji aliyê Çînê ve li ser zêdetir ji 100 milyon Oyxûran ku bi tevahî misilmanin, nekiriye.